Bayîk xwe li HDP tûj kir û got...

Hevserokê Konseya Birêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik rexne li Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) û Partiya herêmên Demokratîk (DBP girtin û ragihand ku wan partiyan îsal siyaseteke şaş meşandine û nekarî ne rola xwe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bilîzin.

27.12.2016, Sal - 12:04

Bayîk xwe li HDP tûj kir û got...
Nuçe Belav bike

Hevserokê Giştî yê KCKê Cemîl Bayik ji medyayên ser bi PKKê re axivî û di nirxandina xwe ya bûyerên sala 2016an de diyar kir ku dewleta Tirkiyê di nava vê salê de gelek êrîşên dijwar anîne ser wan û ti zemînekî çareseriya pirsgirêka Kurd nehiştine.

Cemîl Bayik di derbarê şerên li nava bajarên Bakurê Kurdistanê de jî ragihand, armanca wan ew bû ku li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê şerê nava bajaran bimeşînin û diyar kir ku motîvenekirina xelkê ya ji aliyê hêzên siyasî û leşkerî yên navçeyê ve bûye sedem ku şer tenê bi çend navçeyan re sînordar bimîne û di dawiyê de jî ew hemle bidawî bibe

Di derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî Bayik diyar kir ku HDP wisa difikirî ku bi ketina parlametoya Tirkiyê re dikare pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û di vê mijarê de HDP ketiye şaşitiyên mezin de.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2793 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:58:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x