PDK-Îyê li ser şerê Îran û Îsraîlê daxuyaniyek belav kir

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku sedema êrişên Îsraîlê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Komara Îslamî ya Îranê ye.

14.06.2025, Cts - 13:06

PDK-Îyê li ser şerê Îran û Îsraîlê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) li ser şerê Îran û Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.

PDK-Îyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê hemû krîzên niha û rewşa ku li ser welat hatiye sepandin e.”

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) tekez dike ku ev ne şerê gelên Îranê ye, “şerê desthilatdarên Komara Îslamî ye”.

PDK-Îyê di daxuyaniya xwe de da zanîn:

“Îsraîlê di çend pêlên êrişkirinan ên berfireh de çendîn binkeyên serbazî û atomî yên Komara Îslamî ya Îranê li çend bajaran bombebaran kirin. Her wiha çend zanayên atomî û hejmarek ji fermandarên payebilind ên Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Komara Îslamî kuştin.

Komara Îslamî ya Îranê bi sedema naveroka şerxwazane û qeyrançêkera xwe û bi nêrîna siyaseta şerxwazî û necihgîrkirina ewlehiya deverî û cîhanî, vê carê pêla agirê şer anî navxweyê Îranê.

Ew rêjîma terorîst ku amade nîne ti biryarname û rêkeftinên navneteweyî qebûl bike, rêz li serweriya siyasî ya welatên din bigire û xelkê Îranê wekî mertalekê ji bo bipêşvebirina siyaseta xwe ya çewt û dijî gel dîl girtiye, berpirsyarê tevahiya qeyranên niha û yên vê rewşê ku bi ser welat de hatiye sepandî ye.

Komara Îslamî di demekê de ku li dahola şer dide ku ev şer, şerê gelên Îranê û berjewendiyên wan nîne, şerê desthilatbidestên Komara Îslamî ye ku heta niha hemû dahat û serweta xelk û welatê Îranê ji bo armancên xwe yên îdeolojîk bi heder daye û qeyran li pey qeyranê ji bo xelk û civaka Îranê li pey xwe tînin.”

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) her wiha anî ziman:

“Xelkê Îranê di heyama zêdetirî 4 deheyan a temenê Komara Îslamî de bi berdewamî bi rêyên cur bi cur ên wekî boykota hilbijartinan, grev, nîşandana nerizayetiyan û xwenîşandanên giştî bi taybetî di tevgera “Jîna”yê de dengê xwe gihandiye civaka cîhanî û eşkere ragihandiye ku vê rejîmê, ti rewatiyeke siyasî û gelî nîne û bi şêwazên cur bi cur, îradeya xwe ji bo derbasbûn ji Komara Îslamî dane xuya.

47 sal desthilata reş û tepeserker a Komara Îslamî, encama vê bi tenê teror û kuştina xortên azadîxwazên welat, tepeserkirina hemû maf û azadiya xelkê, kawilkirin û parehêlana welat li warên aborî û jîngehî û pengurina sedan qeyranên siyasî, mirovî û civakî ye ku komî ser hev bûne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x