Îsraîl: Balafirên me nehatine xistin

Artêşa Îsraîlê ragihand, “Îdiaya Îranê ya ku dibêje du balafirên me yên şer xistine derew e.”

14.06.2025, Cts - 13:03

Îsraîl: Balafirên me nehatine xistin
Nuçe Belav bike

Medyaya Îranê îdia kir ku 2 balafirên şer ên Îsraîlê hatine xistin û piloteke jin hatiye dîlgirtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di parvekirina xwe ya li ser platforma Xê de got:

"Ev nûçeyên ku çapemeniya Îranê belav dike bi temamî bê bingeh in."

Adraee di parvekirina xwe de cih da wêneyên ku Ajansa Nûçeyan a Nîvfermî ya Îranê (Tesnîm) li ser mijarê belav kirine û got ku ti têkiliya wan nûçeyan bi rastiyê re nîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x