Li gorî Televîzyona fermî ya Îranê, kesên ku hatine kuştin:
- Emîd Xulamreza Mîhrabî: Cîgirê Serokê Îstixbaratê yê Desteya Erkana Giştî ya ya Hêzên Çekdar.
- Mehdî Rebbanî: Cîgirê Serokê Operasyonan ê Desteya Erkana Giştî ya Hêzên Çekdar.
Aloziya di navbera Tehran û Tel Avîvê de gihîşt asta herî bilind, piştî ku Îsraîlê bi navê "Şêrê Raperî" operasyoneke asmanî ya berfireh li dijî zêdetirî 200 armancên stratejîk li Îranê pêk anî.
Di encama êrîşan de, hejmarek fermandarên payebilind ên Artêşa Îranê û Pasdaran hatin kuştin, û li gorî agahiyên destpêkê, zirarên mezin gihîştine navendên etomî yên wî welatî.
Herwiha, medyaya Îranê diyar kir, hejmarek fermandarên din ên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (Pasdaran) jî hatine kuştin, di nav wan de Serokê Erkanê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Pasdaran Husên Selamî û Fermandarê Hêza Esmanî ya Pasdaran jî hene.
Li gorî daxuyaniya Balyozê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî, di encama giştî ya êrîşan de 78 kes hatine kuştin û 320 kesên din jî birîndar bûne.