Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Eyal Zamir û Tomer Bar nirxandina rewşê kiriye.
Zamir û Bar piştî ku Îsraîlê mûşekhilgirên ji erdê ber bi erdê ve û ji erdê ber bi asman ve yên Îranê kirine armanc, îdia kir ku “rêya Tehranê vebûye û em dê êrişên nû yên asmanî li dijî Îranê pêk bînin”.
Di daxuyaniyeke din a ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dayîn de Fermandarê Hêzên Asmanî yên Îsraîlê Bar got ku wan li Îranê êrişî bi sedan cihan kiriye.
Tomer Bar diyar kir ku di nava bi sedan armancên ku wan êriş kiriye de gelek mûşekhilgir jî hene.
Bar îdia kir ku bi êrişa li mûşekhilgirên ji erdê ber bi asman ve di warê hewayî de azadiya tevgerê daye Îsraîlê.
Di nûçeya rojnameya Îsraîlê Yedioth Ahronothê de jî hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de beşeke mezin a sîstemên parastina asmanî ya Îranê hatine têkbirin.