Li gorî van biryaran, cezayên li ser wan tên rakirin û 60 roj mohlet ji wan re tê dayîn, ji bo ku îqameyên xwe nû bikin yan jî vegerin welatê xwe.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêka îqameyê ya welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Karên Navxwe rêkarên taybet ji bo alîkariya welatiyên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê ragihand.
Li ser fermana taybet a Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo çareserkirina rewşa taybet a wan welatiyên Sûriyeyî yên ku dema mana wan (îqame) li Herêma Kurdistanê bi dawî bûye, Wezareta Navxwe ferman da Birêvebiriya Giştî ya Regeznameya Herêma Kurdistanê ku karên pêwîst bi girtina van rêkarên jêrîn pêk bîne:
Yekem: Pêdana dema (60 rojên karî ji roja derketina vê nivîsê) ji bo hemû xwişk û birayên Sûrî yên ku îqameyên wan bi dawî bûne an hatine Herêma Kurdistanê û îqame derneyanîne, da ku serdana rêveberiyên rûniştinê (îqameyê) bikin ji bo derxistin an nûkirina îqameyê ji bo dema salekê li gorî forma (20), û ew ji cezayê derengketinê tên bexişandin (efûkirin).
Duyem: Ew kesên ku di xala yekem de amaje bi rewşa wan hatiye kirin û naxwazin li Herêma Kurdistanê bimînin û dixwazin vegerin welatê xwe, ew ji cezayên derengketina nûkirin an jî dernexistina îqameyê tên bexişandin. Pêwîst e serdana birêvebiriyên rûniştinê bikin ji bo wergirtina mohra derketinê ya ji bo carekê û bi awayekî fermî di rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê re vegerin welatê xwe.
Sêyem: Ew kesên ku dixwazin vegerin welatê xwe û ji ber rewşa xwe ya darayî nikarin bi rêya balafirgehê geşta vegerê bikin, dikarin serdana birêvebiriyên rûniştinê bikin ji bo wergirtina mohra derketinê, sûdwergirtina ji bexişandina cezayan û tomarkirina navê xwe ji bo geşta vegerê di rêya Deriyê Navdewletî yê Pêşabûrê re, ku ev geşt dê li ser lêçûna (mesrefa) Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re were rêkxistin.
Divê birêvebiriyên rûniştinê karên pêwîst bikin ji bo avakirina tîmên taybet da ku vê fermanê bi cih bikin û pêkanîna wê bi lez asan bikin.
Ev ferman di roja Yekşemê, 15ê Hezîrana 2025an de, dikeve warê bicîkirinê.