Ji Karayilan daxuyaniya Efrîn

Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Murat Karayilan di derbarê êriş birina artêşa Tirkiyê ya li ser bajarê Efrînê de daxuyaniyek da.

21.11.2017, Sal - 09:37

Ji Karayilan daxuyaniya Efrîn
Nuçe Belav bike

Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Murat Karayilan diyar kir ku ger Tirkiye êrîşê Efrînê bike, ev şer wê tene li Efrînê nemîne û wê li hemû deran şer pêk were. Karayilan anî ziman ku divê Rûsya rê nede vê yekê û got, "Em hewldana Rûsya ya li Sûriyeyê watedar dibinin û tiştên baş in."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan ji bo televîzyona Sterk TV axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên navbera AKP'ê û MHP'ê: "Di vê serdema ku dijminatiya Tirk li Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê eşkere bûyî de tu kesê Kurd ê ku dibêje ez îxanetê li xwe nakim, îxanetê li ziman, çand û kevneşopiya xwe nakim divê ne bi dewleta AKP'ê re be. Her kesê di nav refên AKP'ê de jî divê vê bibîne, êdî dest jê berde. Ji ber ku AKP bi MHP'ê re bû yek, di dijminatiya Kurd de êdî rê nadin MHPê. Heta MHP jî şaş ma, ji bo wê dibêje, êdî em bi hev re bin. Ev dewletek nijadperest e, fikir û bîrdoziyek nîjadperestî dimeşîne, dijminatiya gelê Kurd dimeşîne."

Karayilan di berdevami axaftina xwe de di derbarê daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên di derbarê Efrînê de jî diyar kir ku eger ew êrîşê Efrînê bikin, şer dê tene bi Efrînê sînordar nemîne û wisa berdewam kir: "Wê li hemû deran şer pêk were. Ew dixwazin civaka kurd têk bişikînin. Ji bo vê yekê dixwazin destê xwe dirêjî Efrînê bikin. Çawa ku li ser Başûr destdirêjî kirin, ewqas dijûn kirin, bi heman awayî niha dixwazin li Efrînê jî wisa bikin. Ne tenê dixwaze Kurdên di nav sînorên xwe de bindest bike. Yan bi xwe, yan jî bi rêya hevalbendên xwe dixwaze hemû Kurdan bindest bike. Yanî siyaseta Erdogan siyaseta qirkirina li ser gelê Kurd e. Ma ne me dît çawa referandûma li Başûr kirin wesîle û çawa êrîşê Başûrê Kurdistanê kirin. Gotin, 'Iraq pêşî lê negire, em ê bigirin'."

Her wiha Endamê Rêveberiya PKK'ê Karayilan îdia kir ku eger Tirkiye êrîşê Efrînê bike, ev yek wê were wê wateyê ku Rûsyayê ev êrîş erê kiriye û ev tişt anîn ziman: "Ez hêvî dikim birêz Pûtîn wê nekeve nava vê planê. Hêviya me ji rêveberiya Rûsya ev e. Hewldana wan heye ku dixwazin li Sûriyeyê hinek tiştan ava bikin, em vê yekê watedar dibînin û ev tiştên baş in. Rûsya niha dixwaze dostaniya gelê Kurd qezenc bike. Eger dixwaze dostaniya gelê Kurd qezenc bike, divê rê nede dewleta Tirk ku wisa destdirêjiyê bike. Wekî min got, ger destdirêjiyê li ser Efrînê bike, ev tê wateya ku destdirêjî ne dewleta Tirk kiriye; Rûsya kiriye. Yanî gelê Kurd wê wisa fêm bike, cîhan hemû jî wê wisa fêm bike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:07:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x