Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî 10ê Hezîrana 2025an, di gotarekê de di merasîma ragihandina Saziya "Visit Kurdistan" de, Hikûmeta Federal a Iraqê bi binpêkirina destûrê û bikaranîna mûçeyê wek amûreke zexta siyasî li dijî Herêma Kurdistanê tometbar kir.
"Di bin ti zext û fişarekê de, em dev ji mafên xwe yên destûrî"
Mesrûr Barzanî ragihand: "Berpirsên Hikûmeta Federalî, bi awayekî nerewa, neyasayî û nedestûrî, biryara rawestandina mûçeyên xelkê Kurdistanê dane. Ev jî beşek e ji siyaseta fişarxistina ser Herêma Kurdistanê, da ku rê li ber karwanê avedanî û pêşketina wê bigirin. Lê belê em piştrast in ku ew di van hewlên xwe de serkeftî nabin."
"Rêzê li wan rêkeftinên ku îmze kirine, nagirin"
Serokwezîr Barzanî amaje bi xweragiriya xelkê Kurdistanê kir û got: "Bi piştevaniya Xwedayê mezin û xweragiriya gelê me, me di salên borî de gelek rewşên dijwar derbas kirine. Ji ber vê yekê em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku em ti carî û di bin ti fişarekê de dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin."
Derbarê pabendiyên Herêma Kurdistanê de, Barzanî da zanîn: "Me hemû pabendiyên destûrî yên li ser milê me, zêdetir jî cîbicî kirine. Me li bendê bû ku di berdêla vê de mafên xelkê Kurdistanê bên dabînkirin, lê mixabin ne rêz li mafên destûrî yên xelkê me tê girtin û ne jî li wan rêkeftinên ku wan bi xwe îmze kirine."
"Pêwîst e berpirsên Bexdayê zanibin; Iraq welatekî federal e"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke tund jî arasteyî Bexdayê kir û got: "Divê berpirsên Bexdayê bizanibin, Iraq welatekî federal e û Herêma Kurdistanê jî li gorî destûrê, qewareyeke yasayî û destûrî ye. Divê di vê çarçoveyê de serederî li gel Herêma Kurdistanê bê kirin, ne bi hizra navendî û sizakirina bikomî ya xelkê Kurdistanê."
Herwiha Mesrûr Barzanî got: "Di sedsala borî de rejîmên li pey hev li Bexdayê bi agir û hesin li dijî mafên xelkê Kurdistanê derketin, lê ev siyaset ji bilî malwêranî û kavilkariyê ti sûdek negihand Iraqê. Ez hêvîdar im ku berpirsên Bexdayê dest ji vê siyaseta xwe ya şaş a birçîkirina xelkê û binpêkirina mafên wan ên rewa berdin, ji ber ku ti encameke wê ya baş nabe."
"Em ê di hewlên xwe de berdewam bin"
Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, hewlên wan ji bo çareserkirina krîzê dê berdewam bin û hêvî kir ku di demek nêzîk de bigihîjin encameke ku di berjewendiya hemû aliyan de be.