Nêçîrvan Barzanî: Kerîm Şingalî her dem bi pakî û dilsozî kar dikir

Serokê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji malbat, kes û kar, heval û hevsengerên Kerîm Şingalî re şand û got, “Wî her dem bi pakî û dilsozî û bi giyaneke bilind ê berpirsyarî û niştimanperweriyê kar dikir.”

11.06.2025, Çar - 10:45

Nêçîrvan Barzanî: Kerîm Şingalî her dem bi pakî û dilsozî kar dikir
Nuçe Belav bike

Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Birêvebirê berê yê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di 75 saliya xwe de koça dawî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama sersaxiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kerîm Şingalî ragihand.

Nêçîrvan Barzanî ji pêşkêşî malbat, kes û kar, heval û hevsengerên wî re xwest û anî ziman:

“Xwedê jê razî Kerîm Ṣingalî wekî perwerdeyê malbateke niştimanperwer, temenekî dirêj bi xebat û Pêşmergeyetî û karê dilsozane bi navê doza gel û welatê xwe de bi ser bir û kedeke wî ya zêde di rojên dijwar yên şoreṣê û rûbirûbûnê de heye û li piṣtî serhildanê jî berdewam û bi bêrawestan li ser erk bûye.”

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn:

“Ezmûna kesî û nêzikiya min li gel Xwedê jê razî Kerîm Ṣingalî û çendîn salên bi hev re karkirinê, şahidê ew e ye ku wî her dem bi pakî û dilsozî û bi giyaneke bilind ê berpirsyarî û niştimanperweriyê kar dikir û dixwest bi baştirîn awayî xizmeta gel û welatê xwe bike.”

Kerîm Şingalî kî ye?

Ebdulkerîm Sultan Ebdullahê ku wekî Kerîm Şingalî tê naskirin sala 1950î ji dayîk bûye û di şoreşên Îlon û Gulanê de Pêşmergetî kiriye.

Kerîm Şingalî sala 2022yan ji bo tedawîyê çû derveyî welêt û meha Hezîranê ya 2022yan vegeriya û ji wê demê ve di bin çavdêriya bijîşkan de bû.

Dema ku Kerîm Şingalî ji bo çareseriyê çû derveyî welêt, Birêvebirê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.

Ji bilî Pêşmergetiyê di şoreşên Gulan û Îlonê de Kerîm Şingalî piştî Raperînê di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rola wî ya bibandar hebû.

Salên 1993-1994an Birêvebirê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê bûye û di kabîneyên pêncem, şeşem, heftem û heştem ên Herêma Kurdistanê de jî Wezîrê Karên Navxwe bû.

Piştî ku sala 2005an Kabîneya Yekgirtî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî hate damezirandin, Kerîm Şingalî wekî Wezîrê Karên Navxwe hate destnîşankirin.

Kabîneya şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2009an bi serokatiya Berhem Salih û cîgiriya Azad Berwarî hate damezirandin, di wê kabîneyê de jî Kerîm Şingalî li ser heman erkê bû.

Di kabîneyên heftem û heştem ên bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de jî Kerîm Şingalî Wezîrê Karên Navxwe bû.

Kerîm Şingalî sala 1971ê beşa Yasa û Ramyariyê li Zanîngeha Bexdayê temam kir û salên 1971-1973yan li Bexdayê parêzerî kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:01:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x