Pentagonê li ser biryara kêmkirina karmendan a Amerîkayê ya li Îraqê daxuyanî da

Berpirsekî Pentagonê di daxuyaniyekê de got, “Ewlehiya karmend û malbatên wan dê her dem di ser her tiştî re be.”

12.06.2025, Per - 11:38

Pentagonê li ser biryara kêmkirina karmendan a Amerîkayê ya li Îraqê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berpirsê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) rewşa aloz a li Rojhilata Navîn dişopîne.

Gotûbêjên Îran û Amerîkayê yên li ser pirsgirêka nukleerî didomin lê Serokê Amerîkayê Donal Trump gotibû ku eger dan û standinên nukleerî bi peymanekê bi encam nebin, ew dê Îranê “bi awayekî ku heta niha nehatiye dîtin bombebaran bikin”.

Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade, bertek nîşanî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump da û destnîşan kir ku hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê di nava menzîla mûşekên Îranê de ne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand biryar hatiye dayîn ku hinek karmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bên vekişandin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê pêşhatên dawî ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Berpirsê Pentagonê diyar kir:

“Ewlehiya karmend û malbatên wan dê her dem di ser her tiştî re be.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) rewşa aloz a li Rojhilata Navîn dişopîne.”

Berpirsê Pentagonê diyar kir ku Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth destûr daye ku malbatên leşkeran “bi dilê xwe ji welatên ku lê dimînin veqetin” û CENTCOM “ji hemû gavan re amade ye” ku bi Wezareta Karên Derve û hevpeymanên xwe yên li herêmê re hevkariyê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Wezîrê Parastinê Pete Hegseth destûr daye vekişîna dilxwaz a ji tevahiya qadên berpirsyariya CENTCOMê ku leşker parastina wan dikin.

CENTCOM di hevahengiya nêzîk de ye û bi Wezareta Karên Derve re û bi hevpeyman û hevparên me yên li herêmê re dixebite.”

Li aliyê din, Beşa Çapemeniyê ya CENTCOMê jî di daxuyaniyeke ji Rûdawê re da zanîn ku rewşa heyî tê şopandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:53:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x