DEM Partî: Ocalan dixwaze ji bo pêvajoya aştiyê bi Serok Barzanî re bicive

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand, rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo gotûbêjkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê, daxwaza hevdîtinê bi Serok Mesûd Barzanî re kiriye.

12.06.2025, Per - 11:33

DEM Partî: Ocalan dixwaze ji bo pêvajoya aştiyê bi Serok Barzanî re bicive
Nuçe Belav bike

Ayşegul Dogan doh 11ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de, derbarê hewldanên nû yên aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re axivî.

"Ocalan dixwaze pêwendiyê bi serkirdeyên Kurd re bike"

Dogan got, Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide hevdîtin û diyalogê bi hemû aliyên Kurdî re û wiha axivî: "Birêz Ocalan dixwaze bi berpirsên sereke yên partiyên Kurdî re têkiliyê deyne û biaxive, di nav de Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Bafil Talebanî."

Berdevka DEM Partiyê tekez kir, "Em jî vê yekê dixwazin, ji ber ku girîngiyeke wê ya mezin ji bo pêvajoyê heye û eger heye ku di rojên pêş de ev yek pêk bê."

Dogan herwiha diyar kir, ew amadekariyan dikin ku di demeke nêz de careke din serdana Îmraliyê bikin û got: "Em ê bi birêz Ocalan re qonaxa bê ya pêvajoya aştiyê gotûbêj bikin."

Banga avakirina komîsyoneke parlemanî

Li ser gavên pêşerojê yên pêvajoyê, Dogan bal kişand ser pêwîstiya damezrandina mekanîzmayeke fermî û got: "Pêvajoyekê dest pê kiriye, birêz Ocalan bang kir û PKKê kongreya xwe lidar xist. Baş e, qonaxa paşê dê çi be? Di rastiyê de bersiva van pirsan, avakirina komîsyoneke parlemanî ye ji bo birêvebirina pêvajoyê."

Di dawiya axaftina xwe de, Dogan bang li Serokê Parlemantoya Tirkiyeyê kir û got: "Pêwîst e beriya destpêkirina betlaneya havînê ya parlemanê, ev komîsyon bê avakirin û civînek derbarê şêwaza karê wê de were lidarxistin."

Heta niha şandeya DEM Partiyê, derbarê pêvajoya nû ya aştiyê de, pênc caran li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiya ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:22:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x