Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman bang li PKKê dike, ji Şingalê derkeve û gazî PKK û PDKê jî dike wê kirîzê bi gotûbêjê çareser bikin.
Alozî û kirîza ku ji ber hebûna PKKê li Şingalê derketiye, roj bi roj kûrtir dibe û her ku diçe daxuyaniyên rayedarên Kurdistanê li hember PKKê tûjtir dibe. PKK jî bi awayekî tund bersiva Kurdistanê dide.
Derheqê vê mijarê de, siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman ji BasNewsê re got, divê ew kêşe bi gotûbêjê were çareserkirin û PDK û PKK li hev rûnên û wê kirîzê çareser bikin. Ji ber ku mijara Şingalê bibe sebeba şer, dê tenê kurd ziyanê bibînin.
Mehmûd Osman her wiha got, divê PKK rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire çimkî Herêma Kurdistanê di şerekî giran de ye û hikûmet jî di nav kirîza aborî de ye. Divê ev kêşe bi diyalogê çareser bibe.
Derheqê daxuyanî û gefên PKKê de jî Mehmûd Osman got, helbet ew daxuyanî metirsîdar û divê bên ragirtin.
Li gorî wî siyasetmedarê kurd, YNK û Gorranê xwe dane aliyê PKKê û PDK jî ji PKKê dixwaze Şingalê vala bike.