Ji Neteweyên Yekbûyî jibo Reqqa Bangewazî

Neteweyên Yekbûyî îro daxwaza sekinandina şerê li Sûrîyê li bajarê Reqqa kir ku 20,000 sîvîlên asêmayî bikaribin ji Reqqa'yê tehliye bikin.

24.08.2017, Per - 14:24

Ji Neteweyên Yekbûyî jibo Reqqa Bangewazî
Nuçe Belav bike

Neteweyên Yekbûyî herwiha bang li kaolîsyona bi pêşengîya Amerîka kir ku êrîşên xwe, ku bûne sedema kuştina sîvîlan, bisekinîne. Naveroka bangewaziyê bivî şeklê ye:

"Em bang li hemî alîyan dikin ku hemî tiştên pêdivî bikin da ku sîvîl bikaribin ji Reqa birevin. Divê, belemên li ser Çemê Feratê neyên êrîş kirin û mirovên ku bi rîskên mezin direvin, nebin armanca êrîşan," şîretvanê karên mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî, Jan Egeland li Cenevrê ji rojnamevanan re got."

Bi alîyekî din ve, Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) jî îro ragihand ku êrîşên esmanî yên koalîsyonê li Reqa bûye sedema kuştina bi sedan sîvîlan û yên mayî jî, bi gurtirbûna şerê berdewam di bin xeterîyeke mezin de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:20:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x