Amerîka, dest bi manewrayên sîyasî kir ku Kurd derbazî bin bandora Rûsyayê nebin

Rêvebirê Navenda Analîzên Konflîktên Rojhilata Navîn ya Înstîtûya DYA û Kanadayê ya Akademîya Zanistî ya Rûsyayê Aleksandr Şûmîlîn destnîşan kir ku Amerîkî gelek zêde hewl didin ku Kurdan winda nekin

06.12.2017, Çar - 09:38

Amerîka, dest bi manewrayên sîyasî kir ku Kurd derbazî bin bandora Rûsyayê nebin
Nuçe Belav bike

Rêvebirê Navenda Analîzên Konflîktên Rojhilata Navîn ya Înstîtûya DYA û Kanadayê ya Akademîya Zanistî ya Rûsyayê Aleksandr Şûmîlîn ji ajansa ÎNTERFAKS'ê re ragihand ku Waşîngtonê bi armanca parastina karîgerîya xwe ya li ser kurdên Sûrîyeyê dest bi çalakkirina xebatên înformasyonî kir, ku nehêle kurd derbazî bin bandora Rûsyayê bibin.

Aleksandr Şûmîlîn destnîşan kir ku Amerîkî gelek zêde hewl didin ku Kurdan winda nekin û wiha got: “Tiştên ku Amerîkî niha li Sûrîyeyê dikin, em dikarin wek manewrayên sîyasî yên parastina bandora li ser hêzên çekdar ên Kurd bi nav bikin. Waşîngton hewl dide kurdan bide îqnakirin ku wê ji bo wan baştir be eger hevkarîya bi koalîsyona bi serkêşîya DYA'yê re berdewam bikin û derbazî di bin bandora Rûsyayê de nebin”

Aleksandr Şûmîlîn her weha dihesibîne ku daxuyanîya nûnerê PYD'ê gereke zêde neyê mezinkirin ku hatibû ragihandin `mimkun e di pêşerojê de Yekîneyên Parastina Gel tev li artêşa hikûmeta Sûrîyeyê bibin` û wiha got: “Di vê qonaxê de daxuyanîyên bi wî awayî gereke tenê wek beyanên ji rêzê bêne nirxandin û zêde neyêne mezinkirin. Niha ji bo hevkarîya bi Kurdan re di navbera Moskow û Waşîngtonê de reqabeteke berbiçav heye”.

Şûmîlîn her weha destnîşan kir ku di hevkarîya DYA û kurdan de faktora dewleta tirk jî ciheke giring digire û amerîkî hewl didin kurdan bidin bawerkirin ku tenê koalîsyona bi serkêşîya DYA'yê dikare wan ji guşarên Enqereyê biparêze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1638 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x