Balafirên rûsî îro li asîmanê Tirkiyeyê dest bi firîna çavdêrî dikin

Serokê Navenda Kêmkirina Rîskên Nûkleeri ya Neteweyiya Rûsyayê Sergey Rijkov ragihand ku di çarçoveya ‘Peymana Asîmanê Vekirî' de wê balafirên rûsî li Tirkiyeyê firînên çavdêrî bikin.

27.02.2017, Pts - 08:54

Balafirên rûsî îro li asîmanê Tirkiyeyê dest bi firîna çavdêrî dikin
Nuçe Belav bike

Sergey Rijkov ragihand ku di çarçoveya ‘Peymana Asîmanê Vekirî' de wê pisporên rûsî bi balafirên Antonov An-30Byê di navbera 27ê Sibatê û 3ê Adarê de li Tirkiyeyê firînên çavdêrî pêk bîne.

FIRÎN WÊ LI BALAFIRXANEYA ESKIŞEHIRÊ PÊK WERE

Rijkov di axaftina xwe de got: "Grûbeke ku ji pisporên rûsî pêk tên bi balafira Rus Antonov An-30Byê di çarçoveya ‘Peymana Asîmanê Vekirî' de wê firînê pêk bîne. Menzîla herî dirêj a firîna çavdêrî wê hezar û 900 kîlometro be. Firîn wê di navbera 27ê Sibatê û 3ê Adarê de li Balafirxaneya Eskişehirê pêk were."

Li gorî daxuyaniya dîplomatê rûsî di maweyê firîna çavdêrî de wê pisporên tirk jî di balafirê de bin û ji bo rotaya ku dê were şopandin herdu aliyan li hev kiriye. Rûsya îsal cara sêyemîn ev firîna çavdêrî pêk anî û ev di nava welatên endam de zelaliyê zêdetir dike.

Peymana Asîmanên Vekirî ku di sala 2002an de kete meriyetê welatên endam bêyî çek dikarin firînên çavdêrî li welatê hev pêk bînin. Ji 34 endaman 27 jê endamê Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGİT) pêk tê.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x