Balyozê Iraqî: Bexda li dijî Kurdistanê ambargoyê pêk nayine

Balyozxaneyê Iraqê yê li Rûsyayê Heyder Mensûr Hadî got Bexda li dijî Herêma Kurdistanê ya referandûma serxwebûnê birêve bir, ambargoyê pêk nayine.

10.10.2017, Sal - 14:18

Balyozê Iraqî: Bexda li dijî Kurdistanê ambargoyê pêk nayine
Nuçe Belav bike

Heyder Mensûr Hadî di civîna çapemeniyê ya li ajansa nûçeyan a Rossiya Segodnyayê hat lidarxistin de axivî û got, "Firînên ji Bexda û Besrayê ji bo Hewlêrê berdewam dikin. Gotinên dibêjin ambargo heye, ne rast in. Gelê Kurd perçeyekî gele Iraqê ye. Kurdistan jî perçeyekî welatê me ye."

Berdevama axaftina xwe de Hadî diyar kir ku Bexda dixwaze diyaloga ligel Kurdistanê berdewam bike û ev tişt anîn ziman: "Diyalog tune ye. Em alîgirên diyalogê ne lê gava encamên referandûmê werin qebûlkirin, berdewamkirina diyalogê zehmet e. Divê diyalogeke vekirî hebe, lê divê ev bêyî qebûlkirina encamên referandûmê were pêkanîn, ji berk u referandum deryasayî ye."

Her wiha Heyder Mensûr Hadî diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî dê di nava meha cotmehê de serdana Moskowê bike û ligel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtriy Rogozîn hevdîtinê pêk bîne.

Balyozê Iraqî got, "Di demeke nêzîk de Caferî dê serdana Moskowê bike û ligel Lavrov bicive. Di civînê de dê encamên referandûmê jî werin nirxandin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:35:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x