Li Moskowê wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê civiyan

Ji bo seqamgîriya navçeyê û berdewamiya gotûbêjan, her yek ji wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê li Moskowê civiyan.

29.12.2022, Per - 06:54

Li Moskowê wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê civiyan
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Rûsyayê, roja Çarşemê 28ê Berfanbara 2022yan, her yek ji wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê li Moskowê civiyan û behsa çareserkirina kêşeya Sûriyê û aware û penaberan û rûbirûbûna terorê kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di civînê de tekezî li ser berdewambûna gotûbêjan ji bo seqamgîriya navçeyê hat kirin, bi taybetî jî li Sûriyê.

Her yek ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas, li ser parastina seqamgîriyê li Sûriyê û çareserkirina kêşeya awareyan û rûbirûbûna terorîstan, li hev kirin.

Beriya niha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibû ku Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar û Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan bi serdandeke fermî li Moskowê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:00:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x