Rûsya: Cinêv-8 serneket

Nûnerê Rûsyayê li Ofîsa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Cinêv Alekseyî Borodavkîn di daxuyaniyekê de got, endamên Netewên Yekbûyî, gelek hewldan ji bo ku pêşketinek di pêvajoya danûstandinên Cinêv-8 de çêbibe, ji bo wê jî ew sipasiya wan dikin ku wan ew hewlên mezin dan ji bo ku ew pêvajo serbikeve.

02.12.2017, Cts - 07:38

Rûsya: Cinêv-8 serneket
Nuçe Belav bike

Nûnerê Rûsyayê li Ofîsa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Cinêv Alekseyî Borodavkîn ragihand, pêsşeçûneke ber bi çav di hevdîtinên Cinêv-8 de heta niha çenebûn, sedema wê jî ew bû ku daxwazên dijbereyê dikirin, ne pêkan bûn bêne bicîkirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Alekseyî Borodavkîn got, lê mixabin ti pêşketinekî ber biçav di hevdîtinên Cinêv-8 de çênebûn û wiha domand: “Ji bo çi hevdîtinên Cinêv-8 li ser neket; çeimkî şanda dijbereya hevbeş a Sûriyê li ser jidestkarkêşana Serokê Sûriyê Beşar Esed gotûbêjan bike hatibû Cinêvê. Ev mijar jî ji aliyê şanda hikûmeta Sûriyê ve hate redkirin.”

Alekseyî Borodavkîn anî ziman ku, ew helwesta dijberiya Sûriyê jî ne pêkane bibe mijara gotûbêjan û nayê qebûlkirin, ew tene provakasiyoneke vekirî ye derbarê şanda hikûmeta Sûriyê de ya ku hatibû Cinêvê.

Borodavkîn destnîşan kir ku taybetî jî ya ku bandora xwe li ser hevdîtinên Cinêv-8 kirî; ew çalakiya dawiyê ya ku komên çekdar dema pîlotê balafirê û 15 leşkerên artêşa Sûriyê yên ku bi dîl hatibûn girtin serjêkirin bû.

Diplomatê Rûsî wiha pê de çû: “Ez dixwazim ku hûn jî bizanibin, şanda hikûmeta Sûriyê ragihandibû ku ew 12 madêyên ku Netewên Yekbûyî destnîşankirine ji bo ku li ser gotûbêj bêne kirin, madeyên cihê qebûlkirinê ne .Di vê mijarê de jî Steffan de Mîstûra ji bo ku hinekî destkariyê li wan madeyan bikin li gel şanda hikûmeta Sûriyê hinek civînên şêwrê pêk anîn. Heta li ser çar madeyan li hev kirin. Ev yek jî ji mere dide nîşandan ku rêveberiya Şamê amade ye li ser binamayê diyalogeke avaker ji bo siberoja dewleta Sûriyê gotûbêjan bike.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de Alekseyî Borodavkîn got, di 12 madeyên ku platforma Riyade li ser lihevkiribûn behsa piştgirîkirina herêmên bê şer û rawestandina agirbesta navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û komên çekdar nayê kirin û di heman demê de behsa wê yekê nehatiye kirin ku divê şerê çekdarên DAIŞ'ê û rêxistina Eniya el Nûsra li Sûriyê were kirin.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x