Rûsya Elektrîka Fînlandiyayê birî

Li ser seredana Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê, şîrketa ku elektrîkê belav dike ya Rûsyayê Inter RAO ragihand ku wan elektrîka Fînlandiyayê qut kiriye.

14.05.2022, Cts - 14:44

Rûsya Elektrîka Fînlandiyayê birî
Nuçe Belav bike

Li ser seredana Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê, şîrketa ku elektrîkê belav dike ya Rûsyayê Inter RAO ragihand ku wan elektrîka Fînlandiyayê qut kiriye. Şîrket weka sedem jî got ku Fînlandiya perê şîrketa elektrîkê nedaye. Şîrket weha got:

“Em mecbûrin piştî 14 ê gulanê elektrîkê nema bişînin Fînlandiyayê.”

Li ser birîna elektrîkê, şîrketa elektrîkê ya Fînê RAO Nordic jî got ku wê di wextekî nêz de rewş baş bibe û hêvî dikin ku rewş baştir bibe û weha dewam kir:

“Ev rewş îstîsnaye û di dîroka me ya bazirganiyê ya ji 20 salan zêdetir de, cara yekê ye ku çêdibe.”

Li ser birîna elektrîkê, Fînlandiya jî ragihand ku eger elektrîka Rûsyayê nebe jî dikarin îdare bikin. Li ser mijarê rêvebirê plankirina operasyonan yê şîrketa Fingridê Timo Kaukonen peyamekî da AFP ê û weha got:

“Em ji bo vêya amade ne û wê zor nebe. Em dikarin ji Îsweç û Norweçê hinek din jî elektrîkê bikirin. Elekrtîka ku Fînlandiya serf dike %10 ê wê ji Rûsyayê dikire.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:50:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x