Rûsya ji bajarê Kherson vekişiyaye

Hêzên artêşa Rûsyayê ji bajarê Khersonê yê Ukraynayê vekişiyaye.

11.11.2022, Cum - 06:58

Rûsya ji bajarê Kherson vekişiyaye
Nuçe Belav bike

Khersonê ku“Xala werçerxanê” di şerê Ukrayna tê dîtin hêzên Rûsyayê jê vekişiya û Rûsya dibêje, jê ji ber ku nexwestiye jiyana serbazan û xelkên sivîl têxe metirsiyê ew jê vekişiyane.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsya Sergei Shoigu got: “Ji bo me, jiyan û tendirustiya serbazên Rûsî herdem karê li pêşîne ye, Divê em gefa li ser xelkên sivîl jî li ber çavan bigirin. Piştrast bin ku kesên sivîl dikarîbûn ji navçeyê derkevin.”

Lê berpirsên Ukrayna vê yekê weke destkeftiyeke mezin dibînin û dibêji, wan bi dest û zendên xwe Khesron kontrol kiriye.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenski jî dibêje: “Dijmin xêrê bi me nake. Nîşana niyazpakiya wan nîne. Em ji bo tevan şer dikin. Ku şer dikin, her gavek, herdem berevaniya dijmin e. Herdem qurbaniyê dide, pehlewanên me. Em gelekî bi haydarî tevdigerin, bêyî ku em qurbaniyên zêde bidin, ew jî ji berjewendiya hmû navçeyên me ye, lewma qurbanîdan gelekî kêm e.”

Serbazên Rûsya bi fermana wezîrê berevaniyê ji Kherson vekişiyan û derbasî aliyê rastê yê Çemê Dnipro bûn, piştî vekişîna wan, hemû ew pir têkşikadin, ku herdu alî bi hev vedikirin.

Putin dûr û nêzîk, li ser vekişînê neaxivî, di dema vekişîna mezin de, li nexweşxaneyeke mejî bû li Moskoyê.

Cîgirê Encûmena Parêzgeha Kherson Sergy Khlan, piştî ku wî vekişîna hêzên Rûsî ji Kherson ragihand, berpirsan li Mokskowê belav kir ku bi bûyereke trafîkê canê xwe jidest daye.

Lê hevpeymnên Zelenski ku bi milyarên dolaran dane Kiev, bilez hatin ser ekranên televizyonan û destxweşî li aerêşa Ukraynayê kir.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden lê têk çû û Kherson kire Fellûce, lê piştre şaştiya xwe rast kir.

Sekreterê Giştî yê NATO jî li London bû, kêfxweşiya xwe derbirrî ku encama piştgiriya Ukrayna heye, lê haydarî jî da ku karîna Rûsya kêm dibîne.

Nekişîna Rûsya ji Kherson piştî wê yekê tê ku medyaya Ameîrkî belav kiriye ku, rêvebeirya Biden bi nihênî han daye berpirsên Ukrayna ku gotûbêja aştiyê ligel Rûsyayê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:33:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x