Rûsya: Sivîl di nav de, bi sedan kes li Efrînê hatine kuştin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ragihand ku di 10 rojên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de, sivîl jî di nav de bi sedan kes hatine kuştin.

31.01.2018, Çar - 14:43

Rûsya: Sivîl di nav de, bi sedan kes li Efrînê hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Zaxarovayê di civîna xwe ya heftane de got: "Rayedarên tirk radigihînin ku operasyona leşkerî ya roja 20 mehê li dijî YPG û PYDê daye destpêkirin bi rêziknameya NYyê ya mafê xweparastina dewletan û tunekirina komên terorîst re guncav e. Li gor daneyên hatine ragihandin, di maweya 10 rojên operasyonê de di encamê pêvçûnan de jimara kuştîyan gihaştiye bi sedan kesan."

Herwiha Zaxarovayê diyar kir ku rewşa li bakurê Sûriyeyê nîgeraniyeke cidî çêdike û wiha pê de çû: Helbet em li ser şopandina rewşa li Herêmê berdewam in. Rewş nîgeraniyeke cidî çêdike. Moskow di çarçoveya operasyonsa Tirkiyeyê ya li Efrînê de bangî aliyan dike ku bipîvan tevbigerin."

Ji aliyê din ve, Zaxarovayê teqez kir ku helwesta Rûsyayê ya piştgirtina yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê û herwiha yekîtiya Sûriyeyê berdewam dike.

Zaxarovayê di daxuyaniyê dibêje ku "zarok jî di nav de bi sedan kes hatine kuştin".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x