Rûsyayê hinardekirina gazê bo Ewropayê rawestand

Rûsya ji îro pê ve veguhestina gaza xwezayî ya ku bi rêya boriya Nord Streamê digihîne Almanyayê, bo 3 rojan da rawestandin.

31.08.2022, Çar - 14:54

Rûsyayê hinardekirina gazê bo Ewropayê rawestand
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Kompaniya Nord Stream AG raginad ku di navbera 31ê Tebaxê-2ê Îlonê de bi rêya boriyê ti şandina gaza xwezayî nayê plankirin.

Kompaniya enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de got “Veguhestinên bi rêya Nord Streamê bi temamî hatin rawestandin û xebatên lênêrînê yên plankirî yên yekîneya kompresora gaza xwezayî dê îro dest pê bikin.”

Gazpromê di daxuyaniyê ku di 19ê Tebaxê de belav kiribû de ragihandibû ku

ji 31ê Tebaxê pê ve ji ber temîrkirina yekîneya kompresorê ya yekane ya ku li ser xeta Nord Stream dixebite dê veguhestina gaza xwezayî 3 rojan rawestine.

Li aliyê din Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov duh di daxuyaniyekê ragihandibû ku ji ber dorpêçan veguhestina gaza xwezayî rawestiyaye û ji ber gavên siyasetmedarên Ewropî welatî neçar mane ku perê zêde bidin.

Gazpromê bi hinceta ku ji ber dorpêçan perçeyên curbecur ên di boriyê de tên bikaranîn nayên parastin, gaza xwezayî ya ku di xeta boriyê re tê şandin ji sedî 80 kêm kiribû.

Rezerva gaza xwezayî ya Almanyayê

Bihayên elektrîk û gaza xwezayî di van demên dawî de li welatên Ewropayê gihîştiye asteke dîrokî.

Wezîrên enerjiyê yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî ji bo bilindbûna bilez a bihayê gaza xwezayî û elektrîkê gotûbêj bikin, biryar dan ku di 9ê Îlonê de li Brukselê civîneke awarte li dar bixin.

Hin welatên endamên Yekîtiya Ewropî, bi pêşengiya Almanya û Fransa, daxwaza sepandina sînordarkina bihayê gaza xwezayî û guhertina çalakiya bazara elektrîkê dikin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de bi danûstandinên bi welatên endam re hewl dide helwesteke hevpar diyar bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen diyar kiriû ku li Ewropayê ji ber Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piyasa Elektrîkê baş naxebite.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şino ragihand, ji sedî 85ê rezervên gaza xwezayî ya Almanyayê tijî ye û tê plankirin ku heta meha Mijdarê bigihêje ji sedî 95ê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:47:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x