Walîyê Duhokê: Ji Şingalê 10 hezar kes koçber bûne

Walîyê Duhokê Elî Teter da zanîn ku, zêdetirî 10 hezar awareyên Şingalê gihîştine parêzgeha Duhokê û daxwaz dike ku hêzên neyasayî ji Şingal û derdora wê derkevin.

06.05.2022, Cum - 10:08

Walîyê Duhokê: Ji Şingalê 10 hezar kes koçber bûne
Nuçe Belav bike

Elî Teter axaftina xwe ya ligel çapemeniyê de ragihand, xelkê Duhokê bi dilekî germ pêşwazî li 10 hezar awareyên Şingalê kirin û hemû rêxistinên navxwe û biyanî amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina wan awareyan nîşan dan.

Teter diyar kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hemû temamê tîma hikûmetê li ser xet in û amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina awareyan nîşan dan.

Parêzgarê Duhokê daxwaz kir ku hemû grûp û pêkahetên nerewa ji Şingalê derkevin û got: “Eger ew hêz bawer in ku ligel xelkê Kurdistanê ne, bila ji Şingalê derkevin û rê li ber wê yekê xweş bikin ku aware vegerin ser mal û milkê xwe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 620 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:32:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x