Amedspor di play-offê de têk çû

Di pêşbirka tûra 1emîn a play-offê de Amedspor li mala xwe li hemberî 24 Erzincansporê 1-0 têk çû.

26.05.2023, Cum - 09:04

Amedspor di play-offê de têk çû
Nuçe Belav bike

Di 1emîn tûra play-offê ya Lîga 2yemîn a Koma Spî ya TFFyê da du pêşbirk hatin lîstin. Esenler Erokspor bi Ankarasporê re, Amedspor bi Anagold 24Erzincansporê re hatin hemberî hev.

Esenler Erokspor li mala xwe Ankarasporê 4-2 têk bir û Anagold 24Erzincanspor jî li Amedê Amedsporê 1-0 têk bir. Bi van encaman Esenler Erokspor û Anagold 24Erzincanspor dê di tûra 2yem de di 30 Gulanê de bên pêşberî hev.

Amedspora ku di nîva ewil a pêşbirkê de nekarî lîstika ku dixwest bilîze, di nîva duyemîn de jî hewl da ku bibandortir bibe, lê gol nedît.

Di nîva duyemîn a pêşbirkê de lîstikvanê 24Erzincansporê Yasîn Dulger di xuleka 83emîn de gol avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Pêşbirka Amedspr û 24Erzincansporê bi vê skorê bi dawî bû û bi vê encamê Amedspor di pêşbirka ewil a play-offê ya tûra 1emîn da têk çû û şansê xwe yê derbasbûna Lîga 1emîn ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:33:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x