Dalkurd bi serkeftinên xwe ve ber bi lîga yekemîn ve diçe

Tîma Dalkurdê îro dibe mêvanê tîma Helsingborgê. Dalkurd dixwaze di vê yariyê de 3 xalan bidest bixe û bibe yekemê rêzbendiya lîga 2emîn a Swêdê Superettanê.

05.09.2017, Sal - 07:59

Dalkurd bi serkeftinên xwe ve ber bi lîga yekemîn ve diçe
Nuçe Belav bike

Di heftêya 22'emîn a lîga 2'emîn a Swêdê Superettanê de, îro 05-09-2017, tîma Dalkurd û ya Helsingborgê tên pêşberî hev. Eger di vê yariyê de Dalkurd serbikeve dê biye yekemê rêzbendiya xulê.

Di çarçoveya yariyên heftêya 22'emîn de tîma Brommapojkarna, ku yekemê rêzbendiyê bû, li hember tîma Degerforsê bi 3-2 binket. Ev yek jî ji bo Dalkurdê bû firsend.

Dalkurd di yariya îro de li hember rikberê xwe serbikeve, dê gaveke din jî nêzîkî Lîga Yekemîn a Swêdê (Allsvenskan) bibe.

Tîma Dalkurdê di 21 hefteyên derbasbûyî yên xulê de 14 serkeftin bi det xistiye. Dalkurd 4 caran wekhev maye û 3 caran jî hatiye têkbirin.

Dalkurd FF, anku bi swedî Dalkurd Fotbollförening (Yekîtiya Futbolê ya Dalkurd), yaneyeke futbolê ya kurdî-swêdî ye.

Dalkurd di sala 2004'an de li Borlängeya Swêdê ji aliyê kurdên diyasporayê ve hatiye sazkirin. Di 2008an de nîvê tîmê kurdên Mêrdînê bûn. Lê niha bûye tîmeke mezin.

Dalkurd yekemîn time ku di lîgên Swêdê de 5 caran ser hev bûye yekemîn û ji bo lîgege ser ve bilind bûye.

Peyama kurd
Vî nûçeyê tevayî: 1860 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x