Futbolîstê navdar ê Kurd li Urmiyê ji aliyê gel ve bi germî hat pêşwazîkirin

Xelkê navçeya Mirgewerê ya bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pêşwaziyeke germ li yarîzanê navdar ê Kurd Wurya Xefûrî ku berî çend rojan dev ji futbolê berdabû kirin.

13.06.2023, Sal - 18:39

Futbolîstê navdar ê Kurd li Urmiyê ji aliyê gel ve bi germî hat pêşwazîkirin
Nuçe Belav bike

Wurya Xefûrî roja Duşemê serdana bajarê Urmiyê û navçeya Mirgewerê kir. Xefûrî çû navçeya geştyarî ya Sûledûkelê, lê karwana xelkê her li pey wî meşiyan.

Herwiha Wurya Xefûrî li wê navçeyê çû hotêlekê û cilûbergekî Kurdî bi cemedaniyê ve pêşkêşî wî hatin kirin. Xefûrî jî weke her car ji dil rêz li wê diyariya Kurdane girt.

Qerebalixiya xelkê li ber deriyê hotelê ew qasî zêde bû ku Xefûrî nekarî bi dilê xwe di nav xelkê de bimîne. Tevî ku gotibû, ew hatiye xelkê bibîne, lê weke ku dixwast neçû serî, neçar ma wî cihî bicî bihêle.

Wurya Xefûrî di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de navdartirîn yarîzanê futbolê ye. Nav û dengê wî ne tenê ji ber futbolê bû, belkî helwestên wê yên piştîvanîkirina xelkê, rehenda bihêz a kesayetiya wî ye. Her ew helwest jî bûn sedem ku di cîhana futbolê de gelek bê sînordarkirin. Di dawiyê de, di asteke bilind de dest ji lîstikvaniyê berda.

Di daxuyaniya xwe ya xatirxwestinê de Xefûrî wiha dibêje “Temenê min ê futbolê weke lîstikvan bidawî hat. Min hez dikir di rewşeke asayî de xatirê xwe bixwazim, lê mixabin çênebû. Min dixwest êşa xatirxwstinê bi amadebûna xelkê kêm bikim.”

Helwestên Wurya weha kirine, dema xelk wî dibîne çi ji dest were pêşkêş bike. Her kesek jî dixwaze bi nîşandana çîroka nav dilê xwe de li kêleka wî stêrkê Kurd bihê dîtin.

Futbolîstê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Wurya Xefûrî ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelekî navdar e, ragihandiye ku ew dê di 31.05.2023yan de bi fermî dest ji futbolê berde.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:43:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x