9 sivîl li parêzgehên Heleb û Idlibê hatin kuştin

Di êrîşên artêşa Sûriyê û grûpên çekdar ên opozîsyonê de, 9 kes li parêzgeha Idlib û Helebê hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

10.12.2023, Paz - 08:00

9 sivîl li parêzgehên Heleb û Idlibê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Sûriyê bi 35 mûşekan taxên bajarê Idlibê û bajarokê Sermînê yê li parêzgeha Idlibê kirin armanc.

Di encama vê êrîşa hêzên rêjîmê de, 7 kes hatin kuştin ku di nava wan de 2 zarok û jinekê hebûn, herwiha 42 kes jî birîndar bûn.

Rewangehê diyar kir jî, piştî êrîşê grûpên çekdar ên ser bi “Bereya Niştimanî ya Rizgarkirinê” ve, her du bajarokên Şîe yên li bakurê Helebê (Nubil û Zehraa) mûşekbaran kirin.

Di encamê de jî, 3 kes li Nubil û Zehraayê hatin kuştin û zêdetir ji 20 kesên din jî birîndar bûn ku di nava wan de zarok hebûn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, 638 sivîl, leşker û çekdar ji destpêka sala 2023'an û vir ve li herêma “Putîn-Erdogan” hatine kuştin.

Herêma “kêmkirina Rageşiyê” ya çaremîn ku bi navê herêma “Pûtîn-Erdogan” tê naskirin, çiyayên bakurê rojhilatê Lazqiyeyê, bakurê rojavayê Helebê, bakurê Hemayê û Idlibê lixwe digire. Sînorên vê herêmê di gera şeşemîn a pêvajoya Astanayê de di Îlona 2017an de hatin xêzkirin.

Di hevdîtina serokên Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a di 5ê Adara 2020an de jî, agirbest li Idlibê hatiye ragihandin.

Lê ev rêkeftin tenê li ser rûpelan maye, ji ber ku rojane şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û milîsên ser bi wê ve ji aliyekî ve û çekdarên opozîsyonê ji aliyekî din ve li herêma “kêmkirina Rageşiyê” derdikevin, di encamê de jî ziyanên canî û madî yên giran jê derdokevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:00:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x