Cezayîrê hejmarek koçberên Sûriyê berdan

Hikûmeta Cezayîrê komeke koçberan ku di 16ê vê mehê de li herêmên Wehran û Mistexanim desteser kiribûn, hatin berdan.

22.10.2022, Cts - 07:05

Cezayîrê hejmarek koçberên Sûriyê berdan
Nuçe Belav bike

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirina li Sûriyê ew koçber çarşema borî hatine berdan û di nava wan de jin û zarok jî hebûn û hemû ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Navendê da zanîn ku hêjî 25 koçberên Sûrî ku jin û zarok jî di nava wan de hene li bajarê Mistixanim girtî ne û di bin gefa dersînorkirina bo Nîcerê de ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî beriya niha ragihand ku ew ji bo serbestberdana wan ew bi Cezaîrê re di peywendiyan de ne û got ku ji bo vegerandina koçberên li Cezaîrê asê mane dê hêsankariyan pêşkêş bikin.

Navenda Belgekirina Binpêkirina li Sûriyê bang li hikûmeta Cezaîrê kir ku hemû koçberên ku di nîvê vê mehê de hatibûn girtin serbest berde û rêkarên vegera wan bo Sûriyê hêsan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:06:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x