Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê hat vekirin û Şera û Nûnerê Trump civiyan

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê hat vekirin, Serokê nû yê Sûriyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê civiyan û gengeşe li ser çend pirsên girêdayî Şam û Waşintonê kirin.

30.05.2025, Cum - 10:02

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê hat vekirin û Şera û Nûnerê Trump civiyan
Nuçe Belav bike

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê doh (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack û Balyozê Amerîkayê li Şamê ve hate vekirin û piştre Barack bi Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.

Tom Barrack di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Serokê Amerîkayê Donald Trump di demeke nêzîk de radigehîne ku Sûriye wekî dewletek e ku piştgiriyê nade terorîzmê.”

Navbirî amaje jî da ku, erkê hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê nehêlana terorîzmê ye, herwesa ji bo piştevanîkirina veberhênan û bazirganiyê li wî welatî kar dikin, bi merema derbazbûna ji encamên cezayên aborî yên ku vê dawiyê ji hêla Trump ve ji ser wî welatî hatine rakirin.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê li roja Şemiya borî (24ê Gulana 2025ê) ragihand, “Tom Barrack di vê hefteyê de serdana Şamê dike û bi Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re dicive.”

Ev serdana Tom Barrackserdana wî ya yekê ye ji bo Sûriyeyê, piştî rakirina cezayên li ser wî welatî bi biryareke Donald Trump ku li Erebistana Siûdiyeyê ragihandibû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:33:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x