Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanî Telal Mihemed, ji ajansa Rûdawê re ragihand ku ev heyeta taybet dê li ser çend dosyeyên wekî xwendin û perwerde, petrol, gaz û çend dosyeyên din dan û standinan bike.
Li gorî zanyariyên taybet ku bi dest Rûdawê ketine, heyet ji 7 kesan pêk tê û 2 ji wan berdevkên fermî ne.
Foza Yûsif, Ebid Hamid El-Mihbaş, Senherîb Bersom, Ehmed Yûsif, Sozdar Hacî, Meryem Ibrahîm (berdevka fermî), Yasir El-Silêman (berdevkê fermî) di nav heyetê de cig digirin.
Endamê Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand ku heyet ji nûnerên pêkhateyên Kurd, Ereb, Siryan û Aşûrî pêk tê.
Oso her wiha diyar kir ku, heyeteke din jî ya taybet bi Konferansa 26ê Nîsana 2025an heye ku erkê wê dan û standin e derbarê paşeroj û mafên gelê Kurd li Sûriyê.
Oso got ku derbarê dozên girêdayî gelê Kurd dê hevahengî di navbera her du heyetan de hebe. Lê heta niha ew heyeta duyem nehatiye ragihandin û tê çaverêkirin ku di çend rojên pêş de were avakirin.