Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve li ser Sûriyê negihîşte ti rêkeftinan, dengdana li ser dirêjkirina vekirîmayîna deriyê Bab El-Hawa hat paşxistin û îro Înê guftûgo berdewam dibin.
Biryar hatibû dayîn Encûmena Ewlekariyê li New Yorkê roja Pêncşemê 7ê Tîrmeha 2022an deng bide bo dirêjkirina gihandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Hawa ji bo Sûriyê lê dengdan ji ber nakokiyên di navbera Rûsya û welatên Rojava de nehat kirin.
Li gorî dîplomatan, Rûsya israr dike ku tenê 6 mehan bê dirêjkirin lê welatên Rojava dibêjin divê salek be.
Rûsya dixwaze her alîkariyên mirovî yên ji bo her devereke Sûriyê divê bi rêya Şam a paytext re derbas bibin. Biryara Neteweyên Yekbûyî ku ji sala 2014an ve di meriyetê de ye, rê dide ku alîkariyên mirovî bêyî destûra Hikûmeta Beşar Esed derbasî Sûriyê bibin.
Pêşnûmeya biryarê roja Yekşemê bi dawî dibe
Îrlanda û Norwêc ku serpereştiya vê dosyayê li Encûmena Ewlekariyê dikin, roja Pêncşemê pêşnûme biryarek pêşkêş kirin ku deriyê sînorî heta 10ê Kanûna Pêşîn a 2023an vekirî bimîne û îhtimala dirêjkirina wê ji bo şeş mehên din hebe, heta ku Encûmena Ewlekariyê biryareke din bide.
Di reşnivîsê de hatiye diyarkirin ku dirêjkirina şeş mehên duyem dê bi encamên rapora sekreterê giştî ve girêdayî be li ser zelalbûna gihandina alîkariyên mirovî, çawaniya gihandina alîkariyan ji Şamê bo deverên nakok û çawaniya pêşdeçûna projeyên mirovî lê dîplomatekî ji AFP re diyar kir ku Rûsya israr dike ku dem tenê şeş mehan were dirêjkirin.
Destûra gihandinê rê dide ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab el-Hawa ji Tirkiyê derbasî parêzgeha Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê bibin ku di bin kontrola grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û grûpa Tehrîr el-Şam a girêdayî Qaîde ye.
Li herêmê zêdetirî 2,4 milyon kes ji alîkariyên mirovî sûdê werdigirin
Moskow ku mafê wê yê vetoyê li Encûmena Ewlekariyê heye, dibêje divê alîkarî bi rêya Şamê derbas bibin.
Roja Çarşemê, nameyeke serokê berê yê Dadgeha Tawanên Navdewletî Luis Moreno Ocampo ji balyozên Encûmena Ewlekariyê re hate eşkerekirin. Luis Moreno Ocampo di nameyê de hişyarî da ku bi razîbûna şandina alîkariyên mirovî bo Idlibê, endamên encûmenê dikarin "piştgiriya grûpeke ku Neteweyên Yekbûyî wek rêxistinek terorîst dibîne" bikin.
Di nameya xwe de Ocampo nivîsîbû ku bakurê rojavayê Sûriyê ji aliyê el-Nusra, rêxistineke terorîst a El-Qaîde ye ku niha jê re Tehrîr el-Şam tê gotin.
Ocampo her wiha diyar kir ku her piştgirî ji "rêxistineke terorîst re, di nav de alîkariya însanî", ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve hatiye qedexekirin. Ji bo dûrketina ji "binpêkirinên cidî" yên biryarên xwe, divê Encûmena Ewlekariyê piştrast bike ku komên girêdayî El-Qaîde di belavkirina alîkariyên mirovî de beşdar nebin an jî Tehrîr el-Şam ji lîsteya terorê derxînin.
Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya salane ya ku 30ê Hezîranê hat weşandin de got ku di 2021an de 13,4 milyon kes li Sûriyê hewcedarê alîkariyên mirovî bûn ku di 2020an de ev hejmar 11,1 milyon bûye.
Neteweyên Yekbûyî zêdebûna hejmarê bi çend faktoran ve girê dide, di nav wan de krîza aborî, bandora Koronayê, windakirina hilberîna xwarinê ji ber mesrefên çandiniyê yên biha, sotemenî, kêmbûna avê û guherîna keşûhewayê ku van hemû faktoran ewlehiya xorakê li Sûriyê xistiye bin metirsiyê.