Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din a leşkerî şand Rojavayê Kurdistanê

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwanek din a alîkariyên leşkerî û lojîstîkî şandin Rojavayê Kurdistanê.

11.04.2025, Cum - 10:11

Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din a leşkerî şand Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan doh roja 10ê Nîsanê belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî karwanek ku ji 32 kamyonan pêk tê ku di nav de tanker, wesayîtên zirxî, çek, jeneratorên elektrîkê û alîkariya lojîstîkî hebûn, şand bingeha Xerab El-Cîr ê li gundewarê Hesekê.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, di vê hefteyê de ev cara duyemîn e ku Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ku di 8ê Nîsanê de, hevpeymaniyê 20 kamyonên leşkerî yên din şandin baregeha Qesrikê ya nêzîkî Hesekê.

Li gorî Rewangehê, şandina van alîkariyan di çarçoveya bihêzkirina baregehên Hevpeymaniya Navdewletî ya li hember her gefeke muhtemel de, tê kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:28:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x