Li gundê Heyderehmedê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di navbera du malbatên xizmên hev de nîqaş derket.
Piştî nîqaşê endamên her du malbatan bi dar, kevir, kêr û çekan pev çûn û 11 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.
Ji birîndaran Mehmet Bulut û pismamê wî Îbrahîm Bulut tevî hewldanên bijîşkan jî mirin.
Hat ragihandin ku her 9 birîndarên din tên dermankirin.
Hêzên ewlehiyê li derdora nexweşxaneyê û gundê Heyderehmedê tedbîrên ewlehiyê standine.
Lêkolîna ku derbarê bûyerê hatiye destpêkirin jî berdewam dike.