Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê got, “Di hişmendiya sîstemê de gelek tişt neguherîne. Me wê demê biratî xwest, îro jî em biratiyê dixwazin lê divê dualî be, divê ne yekalî be.”
Li Amedê “Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) hat lidarxistin.
Piştî axaftinan di panela bi sernavê “Jin di siyasetê de: Ezmûnên hevpar li 4 parçeyan û Ewropayê” de pêşkêşkarî ji aliyê Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysalê ve hat kirin.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di panelê de axivî û anî ziman:
“Jin cara ewil di nava çar dîwaran de bûn. Bi saya jinên Rojavayê, jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûn mînak.
Qewmê me 200 salî di bin zulm û zorê de ma û kesî li hemberî vê zilmê deng nekir.
Em dibêjin gelo rojên li pêşiya me ronî ne yan tarî ne? Jin vê yekê baş hîs dikin.
Eger wan guh dana jinan, îro şer, koçberî û zordarî nedibû. Kesî guh neda jinan.”
Leyla Zanayê derbarê “hinek kêmasiyên Kurdan ên di têkoşînê de” got:
“Dema ku em li dîroka têkoşîna jinên Kurd dinêrin, dengên wan carinan bilind bûne lê ne xurt û rêxistinî bûne.
Wan tenê carinan hewcedariyên xwe pêk anîne, wan dîplomasî aniye rojevê lê di mijara rêxistinbûnê de nû helwesteke xurt dixinin rojevê.
Divê jin bi xwe bawer bin. Divê xurt bibin û vê yekê nîşanî civakê bidin.”
“Me wê demê biratî xwest”
Leyla Zanaya ku behsa salên 1990î û çalakiyên ku wan pêk anîne kir, bi van gotinan domand:
“Di hişmendiya sîstemê de gelek tişt neguherîne. Me wê demê biratî xwest, îro jî em biratiyê dixwazin lê divê dualî be, divê ne yekalî be.
Çi li girtîgehê be, çi li parlamentoyê be, çi li kolanê be, ji bo me hemû cih qadên têkoşînê ne.
Di qonaxa nû de bi xwe bawer bin. Em li ser dozeke rast in, yê ku rastî neheqiyê dihat, yê ku rastî înkar û asîmîlasyonê dihat em bûn.
Ji ber vê yekê em li hebûna xwe xwedî derkevin, ne tiştekî din.”
Leyla Zanayê her wiha anî ziman:
“Kêmasiyên me pir bûn lê weleh baweriya me bi me pir bû ji ber ku me zanîbû em li ser dozeke heq in. Ên ku hatine kuştin û înkarkirin em in.”