Polîsan şeva borî li Taxa Qeleyê ya Siwêregê bi hinceta ku gumanbarê êrişa ser dikanekê ye xwest otomobîla R.Ç. rawestînin û wî desteser bikin.
Lê R.Ç. bi demançeyê gule berdan polîsan û ji cihê bûyerê reviya.
Polîsan R.Ç. şopand û mala ku xwe lê veşartibû dorpêç kir û jê xwest ku xwe radest bike.
R.Ç. xwe radestî polîsan nekir û di navbera wan de şerê bi çekan derket.
Piştî vê yekê tîmên taybet çûn cihê bûyerê û ji bo desteserkirina R.Ç. operasyon hat kirin.
Polîsên taybet di operasyonê de R.Ç. ji lingê wî birîndar kir û ew desteser kir.
Tîman R.Ç. di bin tedbîrên ewlehiyê de bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
R.Ç. dê piştî dermankirinê were desteserkirin.