Thomas Barrack: Em nahêlin careke din Sûriye parçe bibe

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack diyar kir ku ew dê nehêlin careke din wekî Peymana Sykes – Picotê kiriye Sûriye parçe bibe.

26.05.2025, Pts - 12:15

Thomas Barrack: Em nahêlin careke din Sûriye parçe bibe
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê got, "Em bi Tirkiye, welatên Kendavê û Ewropayê re ne. Vê carê em ne bi leşkeran, axaftinan yan jî sînorên xeyalî, em bi gelê Sûriyeyê re mil bi mil in. Bi ketina rejîma Esad re, me deriyê aştiyê vekiriye."

Thomas Barrack, li ser hesabê xwe yê platforma Xê derbarê Sûriye, Tirkiye, Rojhilata Navîn û hevkariya Ewropayê de postek belav kir.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê got:"Rojavayê, berî sedsalekê bi nexşeyan, rêveberiyên peyman, sînorên xêzkirî û birêvebirinên biyanî ferz kir.

Sykes-Picot Sûriye û herêmeke berfirehtir ne ji bo aştiyê lê ji bo qezenca emperyalîst parve kir.

Ev şaşiyek bû ku nifşan zerer jê dît. Em dê careke din vê nekin."

Wî destnîşan kir ku serdema destêwerdana rojavayê bi dawî bûye; pêşeroj ji çareseriyên herêmî, hevkarî û dîplomasiya li ser bingeha rêzgirtinê pêk tê.

Barrack amaje bi axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump a 13ê Gulanê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî jî kir.

Lo gorî baweriya dîplomatê Amerîkayî trajediya Sûriyê ji perçebûnê çêdibe û tekez kir ku jiyana nû ya welat tenê bi rêya rûmet, yekîtî û hevqebûkirina gelê Sûriyê mimkin e.

Wî bal kişand ku ev pêvajo divê bi rastî, berpirsiyarî û hevkariya welatên herêmê dest pê bike.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê di berdewamiyê jî de wiha domand:

"Em bi Tirkiye, welatên Kendavê û Ewropayê re ne - vê carê em ne bi leşkeran, axaftinan yan jî sînorên xeyalî, em bi gelê Sûriyê re mil bi mil in.

Bi ketina rejîma Esad re, me deriyê aştiyê vekiriye; bi rakirina cezayan, em dihêlin ku gelê Sûriyê di dawiyê de wî deriyî veke û rêya ber bi refah û ewlehiyeke nûjenkirî keşf bike."

Thomas Barrack îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ew û Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî doh li Stenbolê civiyanê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 132 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:52:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x