Li parêzgeha Kirmanê ya başûrrojhilatê Îranê erdhejeke bi hêza 5,1 pîleyan rû da.
Li gorî daneyên Navenda Neteweyî ya Sîsmolojiyê ya Îranê, erdhej bi dema herêmî saet 01:00ê çêbûye.
Her wiha navenda erdhejê bajarokê Bolukê yê girêdayî navçeya Ciroftê bû.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 8 kîlometreyan de qewimiye.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) ji devê li rayedarên herêmî ragihand ku tîm çûne herêmê û heta niha li ser zerer û ziyanan ti agahî nehatine.