Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Duşemê 22ê Gulanê topxaneya Artêşa Sûriyê pêgehên çekdarên opozisyona Sûriyê li gundê San li başûrê bajarê Idlibê û rojavayê bajarokê Seraqib kirine armanc.
Çavkaniyên xwecihî tu zanyarî derbarê encamên topbaranê û zerar û ziyanên wê de nedane.
Gundê San dikeve başûrê rêya M4 û tenê kîlometreyekê ji xêzên rûbirûbûna di navbera çekdarên opozisyona Sûriyê û artêşa hikûmetê de dûr e.