Reîsî: Îran li dijî her destwerdaneke derve li Sûriyê ye

Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Yekşembê 10ê Tîrmeha 2022an bi helkefta Cejna Qurbanê peywendiyeke telefonî pêk anîne.

11.07.2022, Pts - 10:40

Reîsî: Îran li dijî her destwerdaneke derve li Sûriyê ye
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî roja Yekşemê ji hevtayê xwe yê Sûrî Beşar Esed re got, Îran her destwerdaneke derve di Sûriyê de red dike û tekez kir ku Tehran li ser piştgiriya xwe ya ji bo “mîhwera berxwedanê” û bi taybet jî li Sûriyê berdewam e.

Medyaya fermî ya Îranê ragihandiye, di wê peywendiyê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevtayê xwe yê Sûrî piştrast kir ku Tehran dê li ser piştevaniya Şamê berdewam be.

Reîsî ji Esed re ragihandiye, “Îran piştevanê aştî û aramiyê ye û li dijî her destwerdana derve li Sûriyê ye.”

Ew daxuyaniya Serokkomarê Îranê di demekê de ye, ku Tirkiye di wan demên dawî de gefan dixwe ku dê li dijî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê operasyoneke nû li bakurê Sûriyê dest pê bike.

Serokkomarê Îranê herwiha amaje bi serdana Beşar Esed a bo Tehranê kir û ew serdanek wek serdaneke serkeftî bi nav kir û got, “Di vê serdanê de lihevkirinên baş çê bûn ku divê bi awayekî ciddî cîbicîkirina wan lihevkirinan bê şopandin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dawiya Gulanê de got ku Enqere dê di demek nêzîk de dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li bakurê Sûriyê bike, bi armanca avakirina “herêmeke ewle” bi kûrahiya 30 kîlometran di nav axa Sûriyê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 582 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x