Sekreterê NATO'yê ya berê: Dibe ku mijara YPG'ê NATO'yê ji hev bike!

Sekreterê NATOyê yê berê Rasmussen ragihand ku mijara dîtina cuda ya YPG\'ê ya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, wêdatir dikare NATO\'yê ji hev bixîne.

06.12.2017, Çar - 10:11

Sekreterê NATO'yê ya berê: Dibe ku mijara YPG'ê NATO'yê ji hev bike!
Nuçe Belav bike

Sekreterê NATO\'yê yê berê Anders Fogh Rasmussen beşdarî Forûma Polîtikaya Derve ya Berlînê bû ku ji aliyê Weqfa Korber ve tê li darxistin. Rasmussen pirsên DW Tirkî li bersivandin. Rasmussen li ser pirsa: \"Di navbera Amerîka û Tirkiyê de, di mijara YPG\'ê û kurdan de dîtînên gelekî cuda hene. Berjewendiyên cuda gelo mutefîkan ji hev vediqetîne?\" weha bersiv da:

\"Potansiyeleke ku wan ji hev veqetîne heye. Em niha dibînin ku Rûsya, Îran û Tirkiye li Rojhilata Navîn di serî de li ser meseleya Sûriye û kurdan têne gel hevûdu. Ez nû ji serdana Rojhilata Navîn vegeriyam û divê ku li xwe mikur werim ku, ji vê xerabûna mihweran li dewletên kendavê metirsiyeke mezin heye. Li gel ku ev pêvajo xwedî potansiyeleke bê îstîkrariyê ye, dibe ku NATO\'yê jî ji hev bixîne. Divê em vê yekê asteng bikin.\"

Rasmussen balkêşand ser giringiya kêmkirina rakêşiya di navbera Tirkiyê û mutefikên wê yên NATO\'yê û xwest ku Tirkiye jî ‘li gor standarten demokratîk tevbigere û divê ku rojnameger azad bin ku derbarê hikûmetê de bûçeyên rexneyî binivîsînin.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:06:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x