Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî li devera bajarê Agirî ya Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyonek bi navê “Birûs-3 li Çiyayê Agirî” li herêma Agirî, Îdir û Qersê bi beşdariya hezar û 170 leşker, polîs û cerdevanan daye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê operasyon bi serperişiya Fermangeha Herêmî ya Leşkerî ya Erziromê bi rê ve diçe û bi giştî 86 tîm beşdarê operasyonê dibin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew operasyon li dijî gerîlayên PKKê bûye.
Arteşa Tirkiyeyê di dema 2 hefteyên dawî de li Şirnex û Colemêrgê jî 2 operasyonên wekî ya li Agiriyê dabûn destpêkirin.