Bakurê Kurdistan di bin zilm, bêedaletî û metirsîya ziwayî û pandemiyê de ye
Îsal li Bakurê Kurdistanê, di zivistan û biharê de berf kêm bû û li gorî 2020an di 2021ê de baran ji %40 kêmtir barî.
Li gorî agahdarîyên ku cotkar û Rêveberên Ode û Dezgehên Cotkaran didin, bi taybet li Mêrdîn, Riha û li Amedê, ji ber kêmbarîna baranê, ji ber ziwayiyê ji %80 yê çandinîyê di bin
axê de pûç dibe.
Herweha ji ber ziwayiyê û ji ber kêmbûna projeyên avdana zevîyan, cotkar mecbûr mane ku zêdetir bîrên avê lêbidin û bi ava bîran erd û zevîyên xwe av bidin. Vê yekê jî wisa kiriyê ku çend sal berê ji bîrên 60-80 metreyî av derdiket; lê niha ancax ji bîrên 600-800 metreyî av derdikeve. Ev jî dibe sebebekî mezin ê têkçûna xwezaya Kurdistanê.
Li gel vê afeta siruştî, li gorî bajarên wek Konya, Edirne, Îzmîrê, Şîrketa Elektrîkê TEDAŞ bi bihayekî 4 qatî zêdetir fatûrayên elektrîkê li cotkarên li Mêrdînê, Rihayê û Amedê dibire; ev jî dibe sebeb ku cotkar nekaribin pereyên van fatûrayan bidin û ji binî ve îflas bikin.
Li Bakurê Kurdistanê, ev afetên sirûştî, di eslê xwe de afetên aborî, civakî, koçberî û guhartina demografîyayê bi xwe re tîne.
Dewletê, bi hişekî kolonyalist ji bo koçberkirina Kurdistanîyan bi xerakirina sedan gundan li Kurdistanêbendav avakirin û dest danî ser avên Kurdistanê.
Dewleta Tirkîyeyê, ji piranîya van bendavan elektirîkê bi dest dixe û wê elektirîkê dişîne bajarên Tirkiyeyê. Lê bi awayekî bêedalatî û bi bihayekî fahîş wê elektrîkê difroşe cotkarên Kurdistanê.
Ew bendavên ku dê ji bo avdanîya erazîyan ava bikiraya pîştguh dike, da ku kurdistanî jê îstifade nekin û mecbûr bimînin ji Kurdistanê koç bikin.
Tirkîye ji damezrandina xwe ve heta roja îro, ev e 98 sal e ku, bi sîstemeke hov û dagirî, bi proje, bername û kiryarên stratejîk ve yên pir alî; leşkerî, aborî, sîyasî, civakî ve jenosîdeke
neteweyî li ser kurdan pêk tîne.
Di vê dema Pandemîya Covid-19ê de ku li cîhanê ji bo hemû mirovahîyê bûye karesat û trajedîyeke mezin, lê li Kurdistanê, ji ber siyaseta kolonyal, xelkê me hîn zêdetir di bin
barê vê karesatê de dipelçiqe, perîşan û mexdûr dibe.
Mixabin li gel vê karesata Covid-19ê jî, ziwayî, erdhej û afetên din yên sirûştî, bihayê giran yê elektrikê, zerîbeyên (vêrgiyên) zêde û bêhiqûqî, neqedandina projeyên avdana zevîyan, mexdûrîyeta gelê me li Bakurê Kurdistanê zêdetir dike û ev jî dibe sedemê xizanî û
koçkirinê û nifûsa li Bakurê Kurdistanê kêmtir dibe û civak ji hev de difelişe.
Bi sedhezaran Kurdistanî ji ber sebebên aborî, mecbûr mane ku terka cî û warên xwe bikin û li Tirkîyeyê bi cî bibin.
Ev rastî, hem dibe sebebê guhartina demografîya Kurdistanê, hem jî asîmîlasyonê hêsantir û bileztir dike û xeterîya li ser çand, ziman û kesayeta neteweyî ya milletê Kurd xurtir dike.
Dewleta Tirkîyeyê, berî her tiştî, heta bi têkoşîna Kurd û Kurdistanîyan mecbûr nemîne, dev ji vê siyaseta xwe ya dagirkerane, jenosîdal û asîmîleker bernade.
Ji ber vê rastîyê jî, divê partî, rêxistin û sazîyên kurd û kurdistanî demildest ji bo çareserkirina pirsgirêkên miletê xwe, bi zanayî, bi rêxistinî û çalaktir tevbigerin.
Em bangî gelê xwe û hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet û rîsipîyên civata xwe dikin ji bo ku ev birînên me kûrtir nebin û ji bo zerarên gelê me bêne qerebû kirin, bi hestyarîyeke neteweyî, mirovî û civakî em bi helwêsteke yekgirtî tevbigerin, alîkar û piştgirên gelê xwe yê mexdûr bin.
09.05.2021
PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK