Balafirgeha Wanê 90 rojî tê girtin

Balafirgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber karûbarên nûjenkirinê 90 rojî ji bo geştên asmanî tê girtin.

20.01.2024, Cts - 11:03

Balafirgeha Wanê 90 rojî tê girtin
Nuçe Belav bike

Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê li parlamentoyê derbarê mijarê de pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Bînasazî û Gihandinê yê Tirkiyeyê kir.

Li gor îdîayên hatine belavkirin, biryar e destpêka meha Sibatê dest bi nûjenkirina pîsteke sereke ya firokexaneya Wanê bê kirin û bi vê armancê ew balafirxane ji bo 3 mehan tê girtin.

Serokê Yekîtiya Acentayên Geştyariyê ya Tirkiyeyê yê Devera Rojhilatê Enedolê (Bakurê Kurdistanê) Cevdet Ozgokçe derbarê mijarê de axivî.

Cevdet Ozgokçe ragihand ku biryar bû sala borî dest bi karûbarên nûjenkirina Balafirgeha Wanê bikin lê ji ber di budceya giştî ya 2023yan de ti pereyek ji bo wî karî nehatibû veqetandin ji bo îsal hatiye paşxistin û nûjenkirina Balafirgeha Wanê di budceya 2024an de hatiye pesendkirin.

Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, Pervîn Buldan, Zulkuf Uçar, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Sînan Çîftyûrek, Gulderen Varli û Mahmut Dîndar doh derbarê karûbarên nûjenkirina Balafirgeha Wanê û kêmiya geştên esmanî û pirsgirêkên gihandinê yên Wanê de pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Bînasazî û Gihandinê yê Tirkiyeyê kirin.

Parlamenterên DEM Partiyê di pêşniyarpirsa xwe de ji bo ku bibersivîne derbarê îdiyayên girtina Balafirgeha Wanê û pirsgirêkên gihandinê yên wê parêzgehê de pirs ji Wezîrê Bînasazî û Gihandinê yê Tirkiyeyê kirine.

Pirsên Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê di pêşniyarpirsê de wiha ne:

- Îdiayên girtina Balafirgeha Ferît Melen a Wanê ji ber nûjenkirinê ji bo 3 mehan rast in?

- We encamên krîz û xitimînên piralî yên girtina balafirgeha bajarekî ku zêdeyî milyonek nifûsa wî heye û metropoleke navçeyê ye hesab kirine?

- Dema girtina Balafirgehê û destpêkirina xebatan kengî ye?

- Di diyarkirina demê de mijarên geştên kar, geştyarî û çalakiyên aborî yên xelkê Wanê li ber çav hatine girtin?

- Çarçoveya nûjenkirinê çi ye? Qadên ku ji derveyî pîstan xebat lê bên kirin kîjan in?

- Têkçûna pîstan di çi astê de ye?

- Ji bo heman pirsgirêk dûbare nebin xebatên pîsteke alternatîf jî tên kirin?

- Dema balafirgeh girtî bimîne we ti planek ji bo geşta welatiyan kiriye?

- Mijara îhaleya balafirgehê bi çi rêbazan hatiye kirin û kîjan kompanya cîbicîh dike?

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:24:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x