Bi Topbaran Cûdî û Gabarê şewat derket

Şewata li daristanên Çiyayê Cûdî derketiye ji navenda Şirnexê jî tê. Ji aliyê din ve ji duh êvarî ve li devera dikeve Navçeya Basê ya Çiyayê Gabarê agir bi daristanan ketiye û heta niha mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.

21.07.2020, Sal - 14:44

Bi Topbaran Cûdî û Gabarê şewat derket
Nuçe Belav bike

Li herdu çiyayên Şirnexê, Cûdî û Gabarê bi sedemek hêj nayê zanîn şewat derket, ev sê roj e ew agir berdewam in, lê heta niha derbarê şewatê de ti daxuyaniyeke fermî nehate dayîn.

Li Çiyayê Cûdî li devera ku dikeve beramberî bajaroka Gundigê Melê yê girêdayî navenda Şirnexê bi sedemeke nediyar ev sê roj e şewat berdewam e. Li ser torên medyaya civakî yên xwecihê tê gotin ku ji bo vemirandina agir ti xebat nayên kirin.

Şewata li daristanên Çiyayê Cûdî derketiye ji navenda Şirnexê jî tê.

Ji aliyê din ve ji duh êvarî ve li devera dikeve Navçeya Basê ya Çiyayê Gabarê agir bi daristanan ketiye û heta niha mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.

Li ser hesabên medyaya civakî bi haştaga GabarYaniyor (GabarDişewete) gelek dîmên û wêneyên şewatê hatine belavkirin.

Berî çend rojan jî çend roj berê jî Li daristanên Çiyayê Cûdî devera ku dikeve beramberê navçeya Silopiya jî ji ber topbaran û bombebaranên lşkrên Tirkiyê şewat derketibû.

Li Şirnexê operasyon û pevçûn

Li Çiyayê Cudî operasyona Birûsk-1 heftiya borî destpê kiribû, berdewam e. Bi salan e ji ber topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyê daristanên Çiyayê Cûdî dişewitin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 1015 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x