Cara sêyan xelata “Ala Hêşîn” dan Plaja Meleqasim a ku dikeve sînorê Tuşbayê û li rexê Gola Wanê ye. Xelat ji bo paqijiya plajê tê dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Tuşbayê hat dayîn, bi kordînatoriya Weqfa Hawirdor Perwerdeyê ya Navneteweyî li Tirkiyeyê cara sêyemîn e ji bilî qeraxên behrê li golekê "Xelata Ala Hêşîn a Neteweyî" hilda.
Di daxuyaniya Şaredariya Tuşbayê de hat diyarkirin, ku Weqfa Perwerde Hawirdorê ya Navneteweyî di sala 2018an de yekem car ew xelat dabû Plaja Meleqasimê.
Li Plaja Meleqasimê di 33 mijarên wekî xizmetên ewlehiya can, derfetên ji bo astengdaran, tesîsên parzûnkirina avê û analîza avê de kontrol hatin kirin û piştî vê xelat hat dayîn.
Rêvebirê Kontrol û Parastina Hawirdorê ya Şaredariya Tuşbayê Siracettîn Bakan li ser navê Weqfa Perwerde Hawirdorê ya Tirkiy serdana Şaredarê Tuşbayê Salih Akman kir û xelata “Ala Hêşîn” radestî wî kir.
Salih Akman got ev cara sêyan e xelatê distînin ji ber vê kêfxweş e û ji bo parastina xweşikahî û paqijiya Gola Wanê dibê her kes erkê dikeve ser milên xwe bike.
Akman diyar kir ku xelat nîşaneya paqijiya avê, tenduristî, ewlehî û hawirdora paqij e û wiha pê de çû: "Plaj bi tenê ji paqijiyê pêk nayê, ji bilî vê di 33 krîteran de tê nirxandin. Bicihanîna van krîteran zor e. Kêmasiyek jî hebe xelat tê betalkirin.”