‘Cezayê malê‘ li xwediyê Pîne Kafeyê hat birîn

Dadgeha Amedê ji ber axaftin û dayîna xizmeta bi Kurdî “cezayê malê” da xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek.

01.06.2024, Cts - 10:08

‘Cezayê malê‘ li xwediyê Pîne Kafeyê hat birîn
Nuçe Belav bike

Ramazan Şîmşek beriya bi 3 rojan hatibû desteserkirin.

Xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek, roja 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kiribû ku dê êdî li kafeya xwe bi Kurdî xizmetê bike.

Pîne Kafeyê ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên asîmilasyonê yên li ser Kurdî û rêlibergirtina asîmîlasyona li ser Kurdan hemû xizmetên xwe tenê bi Kurdî didan.

Ev pêngava xwediyê kafeyê di raya giştî de bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û gelek kesan piştgirî dabû wê.

Li aliyê din Ramazan Şîmşek li ser torên medyaya civakî hatibû lînckirin û 29ê Gulanê hatibû desteserkirin.

Biryar bû Ramazan Şîmşek doh derbikeve pêşberî dadwer.

Parêzerê Ramazan Şîmşek Mehdî Ozdemîr ji Rûdawê re ragihandibû dema desteserkirina Ramazan Şîmşek hatiye dirêjkirin.

Ramazan Şîmşek îro derket pêşberî dadgehê û bi “cezayê malê” û qedexeya derketina derve hat berdan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê dê parêzerê Ramazan Şîmşek îtîrazî biryara dadgehê bike.

Karvedanên girtina Ramazan Şîmşek

Birayê Ramazan Şîmşek doh ji nûçegihanê Rûdawê Abduselam Akincî re axivîbû û eşkere kiribû ku birayê wî Ramazan ji ber meseleya Kurdî hatiye desteserkirin.

Li aliyê din Baroya Amedê û Baroya Mêrdînê jî li ser girtina Ramazan Şîmşek daxuyanî dabûn û ji hikûmetê xwestibûn ku divê êdî bêtehemiliya li hemberî Kurdî bi dawî bibe.

Esnaf û dukandarên Kuçeya Hunerê ya Amedê jî doh ji bo şermezarkirina girtina Ramazan Şîmşek li ber Pîne Kafeyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xisitbûn.

Li ser torên medyaya civakî jî bi hezaran kesî girtina Ramazan Şîmşek şermezar kiribû û piştgiriya xwe ji bo Ramazan Şîmşek anîbûn ziman.

 

Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x