Cîhan tar û mar, war mîne zîndan

..Eceb pere búye bela mirovantîyê? Başe, lê her tişt ji axê tê, dîse ên ku axê bombabaran dikê, di lewitênê û jîyanê dikê hàlê xerab, dîse însane. Wî çaxî pisgirêk însane

27.08.2020, Per - 11:04

Cîhan tar û mar, war mîne zîndan
Nuçe Belav bike

Ji dema Cîhan ava bûye û wek îro, ev rewşa neha, mîne wê heye gelo? Li millekî qorone, li millekî şerê bê sînor ên nav Dewletîye. Jibon ku însan egoîst û poz bilind û menfeatpereste şer her tim di rojevê de ye. Tê fahm kirin ku liser însanetî û his kirine jîyanê însan perwerde bibin, lê vê perwerde búnê kîyê pêk bînê?

..Eceb pere búye bela mirovantîyê? Başe, lê her tişt ji axê tê, dîse ên ku axê bombabaran dikê, di lewitênê û jîyanê dikê hàlê xerab, dîse însane. Wî çaxî pisgirêk însane. Tê fahm kirin ku qorone berdewame proje fagirkerîyê ye. Şerê neha nav Dewletî rûnê ser girarêye. Ev wisa nabê, jibon ku xerabî jibon her tişt û mirove. Başe ev serok komar û xwedî hêz çime vê nebaşîyê nakin derd jibon xwe, mêjî naxebitê, anjî vê xerabîyê bi zanetî dikin?Ez bawerim ku serok komarê Cîhanê bi rastî werin cem hevdû, zû û nedereng wê jibon va pisgirêke çareserîyê bibînin û qorone wê xilas bibê. Şer û pevçún nabin û Cîhan wê bikevê dewra aşîtî û aramîyê.

..Berî neha bi 98 sale hinek berbisîyar û komar li himberî Gelê Kûrd bîryarê şaş dan û welatê Kûrde parçe kirin, ev gav tim bû bela serê Cîhan û îro ew xwedî bîryar poşmanin, lê bedelê herî mezin û giran Gelê Kûrd dayî. Tiştekî bàlkêşe ku Kûrde zerar nedane ti kesî û tim búye àlîkar. Mîneke zindî Gelê Kûrd gelek caran cîranê xwe ji tehlûke xilas kirîye û bi serde Enfal û ferman liser Gelê Kûrd pêk hatîye û hênjî berdewame.

..Başe tiştekî ku ax nedê însan heye gelo? Dema ku her tişt ji axê tê, bere însan qîmetê axê bizanibê, ax, av, hawa ku xilas bibê wê jîyan çawa bibê? Eger ev şer, zilm, înkàr, nezanetî berdewam bibê, zû û nedereng wê dawîye jîyanê bê û cîhane duyem nîne ku însan jîyanê berdewam bikê.

..Tê fahm kirin ku serok komar û zanistê Cîhanê nûjen tefekûr bibin û jibon jîyaneke aram û bê şer werin cem hevdû û projeke nû amede bikin û têxin pratîkê, ger ev nebê, wê gelek qoron û felaketê mezin bêne serê însan û Cîhanê. ..Rêz û silav. .

Silêman Çaqir.

..Mamoste Nivîskàr sîyasetmedar PDK-T 'ye Nisêbîn'e wêranim. .

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 992 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:33:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x