Derman Gulbeden, gundê Qereqoyun a navçeya Sêwreg a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye. Derman Gulbeden niha rojane bi şev teleskopa xwe datîne ser banê xanî û li dîmenê heyv, stêrk û gerestêran dinêre.
Ciwanê Mereqdarê Fezayê Derman Gulbeden anî ziman, “Derdora sê sal in mereqa min li ser stêrk û heyv û tiştên din heye. Li ser makîne, matematîk û gelek tiştên din. Merivekî min ev teleskop ji min re şand. Ez hem xwe pêş ve dibim û hem jî heyvê nîşanî zarokên gund didim daku bizanin li vê dinyayê çi heye çi nîne.”
Piştî ku ew teleskopa xwe li ser banê xanî datîne, kelacana di nav xelkê gund û bi taybet jî zarokan de zêde bûye. Lewra rojane hejmareke zêde ya zarokan serdana mala wî dikin û dixwazin li dîmenên cismên asmanî binêrin û di warê fezayê de bibin xwedî zanyarî.
Ciwanê Mereqdarê Fezayê Derman Gulbeden anî ziman, “Dema zarok tên destpêkê dibêjin heyvê nîşanî me bide. Dema ez heyv û şiklê wî nîşanî wan didim, zarok fêrî gelek tiştan dibin. Gelek kêfa wan tê. Dema dibêjin em dikarin xwe di vî warî de pêş ve bibin, ez li ser vê jî alîkariya wan dikim daku bêhtir tiştan bizanin.”
Zarokên gund jî ku yekem car e bi teleskopê dîmenên heyvê û stêrkan dibînin kêfxweşiya xwe tînin ziman û daxwaza teleskopeke mezintir dikin.
Zarokê Gund got, “Me tiştên cuda dîtin. Tiştekî gelekî cuda û pir xweş bû. Em kêfxweş bûn.”
Zarokê Gund anî ziman, “Heyv xweşik bûn, stêrk xweşik bûn.Teleskopeke hinekî din mezintir hebûya hê xweştir bû, eger kortikên wê bihatana xuyakirin ji me re gelek baştir bû.”
Derman Gulbeden 19 salî ye û derçûyê dibistana amadeyî ye. Tevî ku ji zikmakî ve ji sedî 80 nabîna ye jî ev yek ji hez û mereqa wî re nebûye asteng û dixwaze hem xwe di warê fezayê pêş ve bibe û hem jî bi vê yekê pêşengiya zarokên gund bike. Ji bo vê yekê jî li benda piştevanî û alîkariyên aliyên peywendîdar, sazî û xêrxwazan e.