Cizîr: 9 ciwanên ku nerazîbûn nîşanî festîvala qeyûm dan hatin desteserkirin

Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlekariyê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtin û 9 kes desteserkirin.

29.10.2022, Cts - 11:14

Cizîr: 9 ciwanên ku nerazîbûn nîşanî festîvala qeyûm dan hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Polîsên Tevgera Taybet a Tirkiyê îro 29ê Cotmeha 2022ê di demjimirên sibehê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtine û 9 kes desteser kirine.

Ajansa Mezopotamyayê jî belav kiriye ku di operasyonê de ciwanên bi navên Hozan Gokalp, Tatar Gokalp, Ridvan Turel, Nurullah Kuramî, Recep Turan, Gogan Geçgel, Burhan Macak, Ahmet Turug û Ceger Cagini hatine desteserkirin.

Her wiha tê gotin ku kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Cizîrê hatine birin.

Serokê berê yê Şaredariya Cizîr yê HDPê Mehmet Zirix îro 29ê Cotmeha 2022an derbarê desteserkirina wan her 9 kesan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, “Kesên desteserkirî ciwanên ku li ser torên civakî nerazîbûna xwe li hember festîvala qeyûm anîne ziman in. Di nav wan de endamên HDPê jî hene lê ti rêveberên HDPê di nav de nîn in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:07:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x