Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê 3 parlamenterên HDPê pejirand!

Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya sê parlementerên HDPê pejirand.

24.09.2019, Sal - 10:13

Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê 3 parlamenterên HDPê pejirand!
Nuçe Belav bike

Ji ber doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo Parlementerên HDPê Pero Dundar û Musa Farisoglullari 9 sal û ji bo Leyla Gûvenê jî 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê hatibû dayîn.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê her sê parlementeran pejirand, lê cezayê 18 salan a ji bo Parlementerê Wanê Tayîp Temel hatibû dayîn red kir.

Dadgehê herwiha ji nava 154 siyasetmedaran, cezaya 118 kesan jî pejirand û yên 36 kesên din red kir. Cezayê 21 salan a Hevserokê berê yê DBPê Kamûran Yuksek jî hate pejirandin.

Doza KCKê di sala 2009an de piştî hilbijartinên herêmî destpê kiribû û 189 siyasetmedar, rewşenbîr û çalakvan hatibûn dadgeh kirin û cezayê 109 salan û 10 meh û 22 rojan bo wan hatibû dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 751 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:15:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x